XWECIHIYA KOÇERA CIVATEKE AWARTE LIDARXIST..
Encûmena Xwecihî ya Koçera ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civîneke awarte lidar xist,di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongirê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.
Civîn ji aliyê serokê civata xwecihî birêz Nûrî Reşad ve hat vekirin û tê de daxwaz ji amadebûyan kir ku deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê bi serpereştiya Serok Barzanî yê nemir rawistin.
Piştre jî Serokê Encûmenê li ser amadekarî û amadekariyên pêwîst ên beriya lidarxistina kongirê gotûbêj kir, ku ya herî diyar jî hilbijartina demokratîk a nûnerên serbixwe yên jin û ciwanan e.
Serokê Encûmenê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste konferanseke jêrî were lidarxistin ku tê de nûnerên serbixwe ji bo beşdariya di kongireya giştî ya Encûmenê de werin hilbijartin.
Di civatê de pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



