NIVÎSGEHA GUHERTINA DEMOKRATÎK BI HEVKARIYA RÊXISTINA ZELA KOMXEBATEK LI DAR XIST.
Nivîsgeha Guhertina Demokratîk bi hevkariya rêxistina ZELA komxebatek bi sernavê “Rêya destûrî ya berfireh li Sûriyê çawa dikare xuya bike” û bi piştgiriya Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî, li bajarê Qamişlo li dar xist.
Moderatoriya rûniştinê Seroka Navenda Lêkolînên Kurdî ya Ewropayê Dr. Êva Savelsberg kir. Di komxebatê de Nivîsgeha Yasayî û Destaya Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û komek ji parêzer,mavnas, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û jinan amade bûn. Ew di nav du rojan de, 14/15 Çile 2026, pêk hat.
Di komxebatê de di roja yekm de bal hat kişandin ku çima hewcedariya welatan bi makezagonan heye û tecrubeyên welatên wekî Kazaxistan û Afrîqaya Başûr û qonaxên ku destûrek tê de derbas dibe hate nirxandin.
Di roja duyemîn de, di komxebatê de cureyên rêyên destûrî û aktorên ku di ber wan de berpirsyar in hatin gotûbêjkirin, û herwiha behsa rêya destûrî ya berfireh ji aliyê giringî û pêkanîna wê li Sûriyê hat kirin.
Gotar bi beşdariyên hêja û yasayî yên amadebûyan dewlemend bû, ji ber ku beşdaran li ser koman hatin dabeşkirin û pirs ji her komekê ji doktora re hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Nivîsgeha Guhertina Demokratîk bi hevkariya rêxistina ZELA li Şam û Qamişlo li ser federalî, destûr û peymana civakî civîn û gotûbêj li dar xistin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



