CIVÎNEKE AMADEKARÎ LI BAJARÊ TIRBESPIYÊ JI BO KONGIRÊ PÊNCEMÎN YA ENKS HAT LIDARXISTIN.
Civîneke amadekarî li bajarê Tirbespiyê ji bo kongirê
pêncemîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî hat lidarxistin.
Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina pêncemîn kongirê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de, civîneke amadekariyê li xwecihiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, hat lidarxistin. Di civînê de birêz Fêsel Yûsif endamê desteya Serokatiya Encumenê û Neşat Zaza berpirsê Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî û amadebûna hejmarek ji kesayetiyên serbixwe yên niştimanî amade bûn.
Berpirsê Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî birêz Neşat Zaza bi xêrhatina amadebûyên civînê kir û piştre daxwaz ji hemû kesan kir ku deqeyeke rêzgirtinê giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê bi rêberiya rêberê ruhanî Mele Mistefa Barzanî rawestin.
Piştre endamê desteya serokatiyê birêz Fêsel Yûsif axivî û amaje bi pêşhatên dawî yên di qada Sûriyê de bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî kir û balkişand li ser rewşa niha ya her du taxên kurdan li bajarê Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê .
Di dawiya civînê de, dengdan ji bo hilbijartina nûnerên ku dê wek şandên xwecihiyê beşdarî xebatên kongireya pêncemîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bibin, hat kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



