WEZÎRÊ BEREVANIYA BIRÎTANAYA JI BOMBEBARANA RÛSYAYÊ YA LI OKRANYA RIZGAR BÛ.
Wezîrê Parastinê yê Birîtanyayê ji bombebarana Rûsyayê ya li Okranya rizgar bû
Rojnameyeke Birîtanî belav kir ku Wezîrê Berevaniya Birîtanyayê nêzîkî cihê lêdana mûşekî ya Orîşnîk bû dema ku ber bi Kiyêv ve diçû, ji ber hişyariya metirsiya mûşekê tirêna wî ji nişka ve rawestiya.
Rojnama “ TahSun” a Birîtanî li ser zarê çavkaniyekê belav kiriye: “Jon Heylî wezîrê berevaniyê yê Birîtanyayê hema li nêzîk bajarê Livov di metirsiyê de bû dema mûşeka Orîşnîk hat avêtin”.
Li gorî rojnameya Birîtanî, wezîr bixwe jî piştrast kir û got: “Em bi qasî ku dengê sîrenên êrîşa hewayî bihîstin nêzîk bûn.”
Heylî li ser rêya xwe ya Kiyêv bû ji bo kordînasyona veguheztina mûşekên balîstîk ên nû yên dûravêj Nightfall, yên ku hîn di bin pêşkeftinê de ne.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



