Rewşa her du taxên Kurdan “Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” ..
Di encama topbaran û êrîşên ên komên ser bi hikûmeta Şamê ve , ku ev sê rojên şer û pevçûn li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewam in.
Û li gorî tora Sûrî ya mafê mirovan ku heta niha 8 kesên sivîl hatine kuştin û 57 kesên din birîndarbûne.
Û di derbarê vî şerî de li her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ENKSê daxuyaniyek belavkir .
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê: *Em ji ber şerûpevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dilgiran in.
*Topbaran û mûşekbarana herdu taxan ku di encamê de bi hezaran malbat derbider bûne, rewşa mirovî û ewlehiyê li bajêr zehmetir dike.
*Binavkirina herdu taxan weke deverên leşkerî nîşaneke metirsîdar e û dibe ku bandorê li seranserî Sûriyê bike.
* Herwiha ENKS banga
Rawestandina operasyonên leşkerî
Vekirina dorpêçê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Parastina sivîlan û dûrxistina wan ji şerûpevçûnan
Rêdana derbaskirina alîkariyên mirovî û pêdiviyên tenduristiyê
Rawestandina şerê medyayî
Tê zanîn ku ev sê rojin hêzên hikûmeta Sûriyê di topbarana herdu taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewame.
Û di encamê de gelek ziyanên madî û canî derketine , ku heta niha 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes birîndarbûne.
Û bi hezaran malbat koçber û derbider bûne ji ber tirs û şerê dijwar .
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



