Encûmenên Xwecihiyên Rojavayî û Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxistin.
Bi amadebûna serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriya M, Mihemed Ismaîl, û serokê ofîsa kar û barên encûmenên xwecihiyan,M,Neşat Zaza,û serokên encumenên herêmî yên rojava û rojhilatî Qamişlo yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê civîna xwe ya asayî, roja sêşemê, 8 ê çileya 2026an li bajarê Qamîşloyê li dar xistin.
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan.
Û piştra raporên ji encûmenên herêmî hatine xwendin û gotûbêjkirin.
Û herwiha Di civînê de axaftina xwe de, M, Neşat Zaza girîngiya aktîvkirina rola encumenên herêmî û xurtkirina hebûna wan di civakê de tekez kir, Wî bal kişand ser girîngiya ragihandina berdewam di navbera beşên cûda yên civaka Kurd de.
Û di vê derbarê de M, Mihemed Ismaîl, li ser pevçûnên berdewam ên li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku biraniya xelkên wê kurdin, û derbarî koçberbûna bi hezaran malbatên wan taxan anî ziman.
Wî tekezî li ser pêwîstiya pêvajoyeke siyasî kir ku mafên hemû civakan, bi taybetî gelê Kurd, biparêze da ku aştî û aramiya hemû welatiyan pêk were.
Ji rexekî din ve Beşdaran her wiha li ser mekanîzmaya lidarxistina Pêncemîn Konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd û pêvajoya avakirina avahiya encumenê nîqaş kirin, û tekez kirin ku ev pêvajo divê di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de be ku xizmeta gelê Kurd bike û helwesta wan a siyasî yek bike.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



