NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE NÛNERATIYA PYDê KIR
Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke nûneratiya PYDê kir
Îro çarşemê 7.1.2026,an nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşwaziya şandeke nûneratiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê kir.
Şanda mêvan ev bû:
Dr:Cawîdan Kemal endamê Encûmena Giştî û nûnerê partiyê li herêma Kurdistanê .
Xanim Bêrîvan Mihemed, endama Encûmena Giştî û berpirsa Encûmena Jinan di nûneratiya partiyê li Herêma Kurdistanê.
Şande li baregeha nûnertiya ENKSê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, li ser çend dosyeyên stratejî hatin gotûbêjkirin û rewşa siyasî û pêşhatên bilez li ser asta navçeyî û navdewletî hatin nirxandin.
Her wiha kêşeyên ku rûbirûyê doza kurdî dibin li ber çavan veguhertinên ciyopolîtîk ên niha li herêma rojhilata navîn hatin behskirin û tekezî li ser giringiya xebata hevbeş ji bo garantîkirina mafên neteweyî yên rewa yên gelê kurd di çarçoveya destûra nû ya Sûriyê de hate gotûbêjkirin.
Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekez li ser giringiya yekrêzî û hevkarî kirin bo rûbirûbûna kêşeyên çarenivîsaz ên qonaxa niha û tekez li ser pêwîstiya yekxistina gotara niştimanî ya Kurd bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Kurd bike.
Her wiha tekezî li ser giringiya bidawîkirina encamên siyasetên dûrxistin û şovenîstî yên ku Kurd di dirêjahiya dîroka dewleta Sûriyê de kişandine, û dabînkirina paşerojeke siyasî ya adil ku rûmet û mafên hemû gelê Sûriyê biparêze, hate tekezkirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



