HESEKÊ: ENKS SERDANA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ KIR.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi boneya Cejna Noel(Zayinê) û Sersalê serdana Metranê Cezîrê û Firatê kir
Di hevdîtinê de, behsa dawîn pêşhatên siyasî û ewlekarî yên li ser meydana Sûriyê û navçeyê kirin, û her du aliyan tekez li ser pêwîstiya dûrxistina welat ji kirîz û arîşeyên din ên emnî, û çûna bi aqil û çareseriyên aştiyane bi awayekî ku di berjewendiya hemû gelê Sûriyê de be, kirin.
Her wiha her du aliyan tekezî li ser giringiya bihevrejiyana di navbera pêkhateyên cuda de, pêwîstiya parastina aştiya sivîl li parêzgeha Hesekê û bilindkirina nirxên têgihîştinê û hevkariyê ji bo aramî û ewlehiya civakê kirin.
Di dawiya serdanê de, şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî, pirtûka “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd” Beşa şeşemîn, wek pêzanîn û rêzgirtin û tekezî li ser kûrahiya peywendiyên dîrokî û giyanê şirîkatiya di navbera pêkhateyên herêmê de, pêşkêşî Metran kir.
Ev serdana pîrozbahiyê bi helkefta hatina cejna Noelê(Zayinê) û sersala nû, tê de tekezî li ser giringiya avakirina kultura diyalogê û pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de, ku dibe sedema bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û aştiya sivîl li navçeyê.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



