Sunday, February 1, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

TIRAMP GEF LI ÎRANÊ XWAR KU EGER XWEPÊŞANDER BÊN KUŞTIN DÊ BI”DERBEYEKE DIJWAR”BIXWIN.

January 5, 2026
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

TIRAMP GEF LI ÎRANÊ XWAR KU EGER XWEPÊŞANDER BÊN KUŞTIN DÊ BI”DERBEYEKE DIJWAR”BIXWIN.

Tiramp gef li Îranê xwar ku eger xwepêşander bên kuştin dê bi “derbeyeke dijwar” bixwin

Tiramp di balafira Aiyr Fors Wan de daxuyanî da rojnamevanan (Riwîterz)

Serokê Amerîkayê Donald Tiramp hişyarî da Îranê û got, eger di xwepêşandanên ku ev du hefte berdewam dikin de zêdetir xwepêşander bên kuştin, li hember rewşa xirab a jiyanê,hişyarî da Îranê ku ewê “derbeyeke pir xurt” ji Amerîkayê bixwin.

Tiramp di daxuyaniya xwe ya li ser balafira Aiyr Fors wan de ji rojnamevanan re got: “Em rewşê ji nêz ve dişopînin û ger wekî berê dest bi kuştina mirovan bikin, ez difikirim ku dê derbeyek pir xurt ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werbigirin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê, sibeha Duşemê got: “Daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyaho û berpirsên Amerîkî ên tundrew derbarê rewşa navxweyî ya Îranê de, teror û tundûtûjiyê geş dike.”

Wê her wiha got: Sahyonî li benda her derfetekê ye ku êrişî yekitiya neştimanî ya me bike.

Ev daxuyanî ne ya yekemin ji vî rengî, ji ber ku roja Îniya borî Serokê Amerîkayê gotibû, eger Îran xwepêşanderên aştiyane gulebaran bike û bikuje, Amerîka dê ji bo rizgarkirina wan destwerdanê bike û di nivîseke xwe de li ser platforma “Tirot Soşiyal” got: “Em amade ne û amade ne ku biçin.”

Piştre Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî bersiv da û got: Divê Serokê Amerîkayê bizane ku destwerdana di meseleya navxweyî ya Îranê de wê herêmê tevlihev bike û berjewendiyên Waşintonê têk bibe.

Larîcanî her wiha got, “Divê gelê Amerîkayê bizane ku yê dest bi macerayê kiriye Tiramp bû û hay ji leşkerên xwe hebin.” Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê der barê xwepêşandanan de jî got, “Em helwesta bazirganên xwepêşander û sabotatoran ji hev cuda dikin û daxuyaniyên Îsraîlî û Tiramp diyar dikin ku çi qewimî.”

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ÎRANÊ BERSIVA HIŞYARIYA TIRAMP A DERBARÊ “XWEPÊŞANDANAN” DA.

Nivîsa Paşîn

ŞANDEKE OFÎSA YASAYÎ YA BI SER “ENKS” VE SERDANA TÊKOŞER HESEN SALIH KIR.

Nivîsa Paşîn
ŞANDEKE OFÎSA YASAYÎ YA BI SER “ENKS” VE SERDANA TÊKOŞER HESEN SALIH KIR.

ŞANDEKE OFÎSA YASAYÎ YA BI SER "ENKS" VE SERDANA TÊKOŞER HESEN SALIH KIR.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne