ŞANDEKE OFÎSA YASAYÎ YA BI SER “ENKS” VE SERDANA TÊKOŞER HESEN SALIH KIR.
Di roja Duşemê 5/1/2026,an de, şandeke ofîsa yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ji bo hurmet ji tekoşîna dirêj û qurbanîdana wî ji bo doza Kurdî, serdana têkoşerê Kurd Hesen Salih li mala wî li bajarê Qamişlo kir.
Di vê serdanê de şanda mêvan pirtûka “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd” – Beşê şeşemîn, ku ji aliyê rêber û Serokê Pêşmerge (Mesûd Barzanî) ve hatiye nivîsandin, ji bo berdewamiya hewlên wî yên di warê berevanîkirin ji mafên gelê Kurd li Sûriyê, pêşkêşî têkoşer Hesen Salih kir.
Hêjayî gotinê ye ku têkoşer “Hesen Salih” ji ber helwestên xwe yên niştimanperwerî û bîr û baweriyên siyasî di berevaniya ji azadî û mafên gelê xwe yê Kurd de, salên dirêj ji jiyana xwe di zindanên rejîma berê de derbas kir.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah



