ÎRANÊ BERSIVA HIŞYARIYA TIRAMP A DERBARÊ “XWEPÊŞANDANAN” DA.
Wezîrê Derve yê Îranê Abas Iraqçî, daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Tiramp ên derbarê xwepêşandanên roja Înê de şermezar kir û ew daxuyanî wek “bêhiş” û “metirsîdar” bi nav kir.
Ev gotina Iraqçî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê gefa destwerdanê li xwepêşanderan xwar, ku xwepêşandan li dijî nirxê bilind û daketina asta jiyanê daketin kolanên Îranê.
Iraqçî li ser platforma “X” nivîsî, “Peyama Tiramp, ku îhtîmal e di bin bandora kesên ku ji dîplomasiyê ditirsin an jî bi xeletî bawer dikin ku nepêwist e, bêhiş û metirsîdar e,” tekez kir ku xwenîşandanên li Îranê “bi piranî aştiyane ne” û şandina endamên Pasevanên Netewî yên Serokê Amerîkayê li bajarên Amerîkayê bi bîr xist.
Pêştir roja Înê, Tiramp hişyarî da ku Amerîka “amade ye ku tevbigere eger Îran xwepêşanderan bikuje”, roja piştî wê yekê ku 7 kes di rûbirûbûna xwepêşanderan û hêzên ewlekarîyê de di xwepêşandanên li wî welatî de hatin kuştin.
Wezareta Derve ya Îranê di bersiveke din de li hember hişyariyên Tiramp got, “Îranî rê nadin ti şêweyek destwerdana derve di karûbarên wan de”.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got, Îranî bi diyalog û danûstandina di navbera xwe de pirsgirêkên xwe çareser dikin û rê nadin ti şêweyên destwerdana derve.
Şêwirmendê sereke yê rêberê Îranê Elî Larîcanî jî pêgirî kir: “Divê Tiramp bizane ku destêwerdana Amerîka di mijara xwenîşandanên navxweyî de, tê wateya belavkirina kaosê(serobinî) li seranserê herêmê.”
Ajansa nûçeyan a (Faris) a Îranê roja Pêncşemê ragihand ku di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de li çend bajaran sivîl hatine kuştin.
Xwepêşandanên heyî negihîştine heman mezinahiya xwenîşandanên ku Îran di dawiya sala 2022an de şahidî kir, piştî kuştina JÎNA EMÎNÎ
(Mahsa Emînî), keça Kurd a bîst û du salî, xelka bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê (Îranê), xwendekara zanîngehê ku ligel birayê xwe roja 13ê êlûna 2022an çûbû serdana xizmên xwe li Tehrana paytexta Îranê, bi bihaneya ku li gorî yasaya paşverû ya meleyan serûke(hîcab) li xwe nekiribû ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatbû girtin.
Li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê (16 Êlûna 2022) di encama lêdan û îşkenceya hêzên ewlehiyê yên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarên Îranê jî di Mijdara 2019an de piştî ragihandina bilindkirina nirxê sotemeniyê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Desthilatan tundî li wan kir, û bi fermî ragihand ku ew bûne sedema mirina 230 kesan, lê rêxistinên nehikûmî yên mafên mirovan texmîn dikirin ku hejmareke zêde ya qurbaniyan çêbûbûn.
Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



