Nêzîkî 400 Kes li Derayê di Sala 2025an de Hatine Kuştin.
Çavkaniyek xwecihî ragihand ku nêzîkî 400 kes, di nav de zarok û jin, li parêzgeha Derayê di sala 2025an de hatine kuştin.
“Tecem’a Houran a Azad” diyar kir ku wê kuştina 399 kesan li parêzgeha Derayê ji destpêka sala 2025an heta dawiya Kanûnê belge kiriye, di nav wan de 32 zarok û 17 jin di bûyerên cuda de mîna terorkirin, şerûpevçûn bombebaran û teqîna paşmayên şer hatine kuştin….
Li gorî raporta Torê 71kes ji wê hejmarê endamên ewlekariye navxwe û wezareta berevaniyê bûn di şerûpevçûn û operasiyonên ewlekariyê de hatine kuştin .
herwiha torê amaje pê kir ku tevî van amaran rewşa ewlehî li parêzgehê di dema dawiye.de ber bi paşbûnê ve diçe.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo



