XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LIDARXIST..
Îro yekşemê 21.12.2025, xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, bi amadebûna Serok û endamên xwecihiyê, civîneke awarte li dar xist.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, nemir Mela Mistefa Barzanî destpê kir.
Paşê, biryarên ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî hatin ronîkirin û bi endaman re derbarê mîkanîzma lidarxistina pêncemîn kongirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û awayên karkirina ji bo avakirina pêkhateya encumenê, dabînkirina planeke rêxistinî, bi tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ev prose dê çarçoveyeke niştimanî ya yekgirtî dabîn bike ku di xizmeta gelê kurd de ye û yekrêziya helwesta siyasî bilind bike.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



