Monday, December 22, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA ŞAMÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST.

December 22, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

XWECIHIYA ŞAMÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST.

Encumena xwecihî li Şamê civîna xwe ya asayî li dar xist û geşepêdana rêxistinî û amadekariyên Newrozê gotûbêj kir.

Encûmena Xwecihî ya Şamê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja Şemiyê 20.12.2025’an de, civîna xwe ya asayî lidar xist û bi serpereştiya rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî bi deqeyek rêzgirtin ji canê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Serokê encûmena xwecihî birêz Luqman Oso behsa kar û barên rêkxistinî û mekanîzmayên aktîvkirina karê komîteyên encûmenê li deverên ku Kurd lê hene, kir û tekezî li ser pêngavên cidî yên bi armanca pêşxistina kar û xebata encumenê û bilindkirina rola wê kir. Her wiha bal kişand ser girîngiya curbecurkirina çalakî û amadekariyên ji bo pîrozkirina Cejna Neteweyî ya Newrozê.

Amadebûyan li ser pirojeya vekirina ofîsekê ji bo encûmena xwecihî li taxa kurdî li Şamê, ji bilî dawîn pêşhatên siyasî di qada kurdî de gotûbêj kirin. Mamoste Luqman Oso girîngiya lidarxistina kongirê Encûmena Niştimanî ya Kurd di vê qonaxa nazik û krîtîk de ku doza kurdî têre derbas dibe, nirxand.

Herwiha di civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan ligel rêxistinên civaka sivîl li Şamê û agahdarkirina raya giştî ya Sûriyê ji doza gelê Kurd li Sûriyê hat kirin. Her wiha li ser asta Sûrî û Kurdî çi di derbarê rêkeftina 10ê Adarê diqewime hate gotûbêjkirin, û xebatên encûmena xwecihî hatin nirxandin û civîna ku endamê desteya serokatiya ENKSê, birêz Nihmet Dawid bi endamên encûmena xwecihî re civiya anî Ziman .

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Mihemed Nezîr Mistefa , Bi boneya 17emîn ser koça dawî, Jiyan û Xebat..

Nivîsa Paşîn

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LIDARXIST..

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LIDARXIST..

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LIDARXIST..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne