XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LIDARXIST..
Di roja yekşemê 21.12.2025’an de, encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civîneke awarte bi serokatiya birêz Cemal Seîd û bi amadebûna hemû endaman lidar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê pakrewanên, Kurd û Kurdistanî bi rêbertiya nemir Barzanî, weke dilsoziya bi cangorî û riya tekoşîna wan ve dest pê kir.
Civînê behsa mekanîzmayên pêşxistina karê rêkxistinî yên encûmenên xwecihî kir, û beşek ji gotûbêjan hat terxankirin ji bo gengeşekirina mîkanîzma lidarxistina kongireya pêncem ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û avakirina encumenê di çarçoveya planeke rêxistinî ya berfireh de.
Di dawiya civînê de amadebûyan tekezî li ser giringiya karê hevbeş di navbera hemû endaman de û pêwîstiya bilindkirina asta hevkariyê û hilgirtina berpirsatiya di qonaxa bê de kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah



