Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gehişte Îmarata Erebî.
Îro roja pêncşemê 4ê berçileya 2025an, Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî çû Îmarata Erebî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Îmarata Erebî Seîd Hacirî ve hat pêşwazîkirin.
li gorî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye ku di derbarî vê hevdîtina de bi Cîgirserokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmarata Erebî, Şêx Seyf bin Zayed Al Nehyan re civiyan, û li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariyê û hevahengiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cûda de tekez kirin, û Her wiha li ser pêşkeftinên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



