Qamişlo: YXCDK-R ahingek xelatkirinê li darxistin .
roja înê 5ê Berçileya 2025an, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqrata kurdistan_Sûriya, ahingek xelatkirinê li ofîsa Partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya, Rojavayî Qamişlo li darxist.
Ev yek bi amadebûna endamên Yekîtiya Xwendevanan û Partiyên siyasî, û rêxistinên jinan.
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Piştre gotina partiya Demokrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M, Nafih Ebdullah endamê komîteya Navendî ve hat xwendin û têde li ser rola Ciwan û xwendevanan di nav civakê û xurtkirina pêşkeftinên wan li kurdistana Sûriyê de awayekî berfereh behskir .
Û piştre gotina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqrata kurdistan_Sûriya ji aliyê M, Şikrî Ebdulrehman berpirsê şaxê Qamişlo ye Yekîtiyê ve hat xwendin û têde derbarî rol û xebata ciwan û xwendevanan di dema damezrandina wê heta niha û karê di li darxistina çalakiyên cûbecûr de anî ziman.
Herwiha di ahingê xelat li ser endamên koma Orkêş yên Kevin beşê stranan hatin belavkirin û hin stran ji aliyên wan ve hatin pêşkêşkirin.
Û ahing bi çend helbest û stran ji aliyê hunermend Beha Şêxo ve hate bi dawîkirin.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo



