Mezintirîn konsulxaneya Amerîkî li ser asta Cîhanê li Hewlêrê hat vekirin.
Îro roja çarşemê 3 ê Berçileya 2025an, mezintirîn konsulxaneya Amerîkî li ser asta cîhanê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê hat vekirin
Ev Konsulxaneya Amerîkî bi gujmê 795 milyon dolar ê û li ser rûberê 206 hezar metr ducar hatiye avakirin.
Herwiha Di avahiya nû de karmendên 7 ajans û wezaretên Amerîkayê dê cih bigirin.
Kevirê bingehîn a konsulxaneya nû 6ê Tîrmeha 2018an ji aliyê serokwezîrê wê demê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Douglas Silliman ve hatibû danîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 13ê Gulana îsal çûbû avahiyê û ji aliyê Konsulê Giştî yê wê demê yê Amerîkayê Steven Bitner ve hatibû pêşwazîkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo



