XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER “ENKS” VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Xwecihiya Hesekê ya rojava ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê 29/11/2025an de civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Mamoste Ebdurehman Reşîd di axaftina xwe ya vekirinê de pêşhatên siyasî yên dawî li ser asta herêmî,navxweyî û navdewletî nirxand, û tekezî li ser rola giring a Encûmena Niştimanî ya Kurdî û bandora wê ya zêde di warê siyasî ya kurdî û Sûriyê de kir.
Her wiha balkişand li ser rêze civîn, diyalog û semînarên ku ji aliyê Serokatiya Encûmenê ve li navçeyên curbicur ên Kurdistana Sûriyê hatine organîzekirin, ji bilî gera wê ya vê dawiyê li Şam, Efrîn û Herêma Kurdistana Iraqê, û bi dîtina ku ev çalakî pêngaveke girîng in ji bo bihêzkirina hebûna siyasî û niştimanî ya Encûmenê.
Reşîd destpêkirina amadekariyên roja Ala Kurdistanê di 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an de piştrast kir û bal kişand ser girîngiya hevahengiya nêzîk bi Encûmena Xwecihî ya Hesekê ya Rojhilat re, ji bo misogerkirina lidarxistina ahengeke li gorî wê bûyerê û sembola wê.
Her wiha di civînê de li ser serdana Mûrîs Amsîh metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê xwecihiya ENKSê ya Hesekê gotûbêjeke berfireh hate kirin, ku endaman ev serdan nirxandin û ev serdan nîşana xurtbûna peywendiyên di navbera pêkhateyên civakê yên li herêmê û dildariya wan a ji bo xurtkirina ruhê jiyana hevbeş hate nirxandin.
Endaman li ser çend dosyayên rêkxistinê gotûbêj kirin, bi taybet rola xwecihiyan di cîbicîkirina çalakiyên ku biryare di mehên Kanûna Pêşîn a 2025 û Rêbendana 2026an de bên lidarxistin û herwiha destpêkirina amadekariyên Newrozê û çalakiyên meha Adarê.
Di civînê de amadebûyan her wiha li ser kêşeyên herî girîng ên civakê li gorî rewşa niha û bertekên têgihîştina siyasî di navbera aliyên cuda de gotûbêj kirin û tekez li ser amadebûna xwe kirin ji bo derbaskirina astengan û bidestxistina encamên berçav ku xizmeta welatiyan bike.
Di dawiya civînê de tekezî li ser giringiya bihêzkirina karê komî û hevahengiya di navbera hemû deste û deveran di qonaxa bê de hat kirin, ji ber ku ev baştirîn rê ye ji bo xizmetkirina civakê û pêşxistina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di cîbicîkirina xwestekên gel de û xurtkirina hevgirtin û yekîtiyê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



