XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Şemiyê 29/11/2025 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser pabendbûna bi civatên asayî û hemû çalakiyan hate kirin.
Li ser rewşa siyasî,civat li ser nûtirîn nûçeyên li ser qada Sûriyê bi giştî, û ya Kurdî bi taybetî rawestiyan.
Her wiha civat bi dirêjahî li ser Kongirê ENKSê yê bê lidarxistin rawestiya.
Di dawiya civînê de, endaman xemgîriya xwe ji bo berdewamiya kar bi rihê hevkarî û berpirsyarî nîşan dan û tekez li ser wê yekê kirin ku ev qonax pêwîstî bi hewldan û pabendbûna zêdetir heye bo xizmetkirina doza gelê Kurd û mafên wî yên rewa.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



