Thursday, December 18, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNENDEYA ROJAVA Û ROJHILAT YÊN ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

November 30, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNENDEYA ROJAVA Û ROJHILAT YÊN ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

Gerîngeha Rojava û Rojhilat ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Yekşemê 30/11/2025an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .

Herwiha bi amadebûna mamoste Silêman Oso,endamê desteya serokatiya ENKSê, Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.

Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.

Mijarên guftûgoyê:
Berfirehkirina performansa rêxistinî:
Di civînê de raporên ku ji encûmenên xwecihî hatine wergirtin bi kûrahî hatin nîqaşkirin û tê de çavdêrî û pêşniyarên herî girîng hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de, birêz Neşat Zaza tekezî li ser “pêşengiya aktîvkirina rola encûmenên xwecihî û bihêzkirina hebûna wan di civakê de kir” û balkişand li ser pêwîstiya bihêzkirina peywendiyên di navbera beşên cihê yên civaka Kurdî de. Herwiha tekezî li ser giringiya pêşxistina karê tîmî û bihêzkirina mekanîzmayên hevahengiyê di navbera encumenan de ji bo bilindkirina asta karkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir.

Geşedanên di qada siyasî de: Beşdaran dawîn pêşhatên siyasî yên bilez li ser meydana Sûriyê û kurdî gotûbêj kirin, û bi yekdengî li ser pabendbûna bi biryarên “Konferansa 26ê Nîsanê” wek nexşerêya bingehîn ji bo xebata siyasî ya hevbeş a kurdî, û şanda bi erkê cîbicîkirina wê razî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Mamoste Silêman Oso, hûrgiliyên serdana şanda Serokatiya Encumenê bo Herêma Kurdistanê, ku têde beşdariya di Korbenda MEPS bo Ewlehî û Aştiyê de li zanîngeha Amerîkî li Dihokê û hevdîtinên şandê li gel Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî bû, nirxandin. Oso herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku amadekarî tên kirin ku di zûtirîn dem de kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurdî lidar bixin.

Encama civînê: Civîn bi dawî hat û hemû amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya ducarkirina hewlan ji bo pêşxistina performansa encûmenên xwecihî kirin, ji bo amadekarî ji bo beşdarbûna wan a bi bandor û çêker di karê “Kongirê Pêncemîn” ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER “ENKS” VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

Nivîsa Paşîn

Efrîn: Kelûpelên xwendinê li ser 250 xwendekaran de hatin dabeşkirin.

Nivîsa Paşîn
Efrîn: Kelûpelên xwendinê li ser 250  xwendekaran de hatin dabeşkirin.

Efrîn: Kelûpelên xwendinê li ser 250 xwendekaran de hatin dabeşkirin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne