Tuesday, December 16, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

AMÛDÊ:YEKÎTÎ KURDISTANÎ ÇILROJEYA TÊKOŞER ISMET WELÎ VEJANDIN.

November 29, 2025
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

AMÛDÊ:YEKÎTÎ KURDISTANÎ ÇILROJEYA TÊKOŞER ISMET WELÎ VEJANDIN.

Di roja Înê 28.11.2025an de, Çilrojeya koça dawî ya têkoşerê azadiyê Ismet Welî (Bavê Ciwan) rêxistina Amûdê ya PYKSê ,bi beşdarbûna serkerdên partiyê ,ENKSê,çalakvan û xelkên herêmê li bajarê Amûdê li gundê Ceweheriyê vejandin.

Bîranîna çilrojeya têkoşer bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê têkoşer û giyanê hemû pakrewanên Kurdistanê, dest pê kir.

Her wiha axaftin û helbest jî hatin pêşkêşkirin.

Herwihs Axaftina Partiya Yekîtî tê de behsa rola têkoşer, di têkoşînê de kir û tekez kir ku wê ruhê wî di nava rêhevalên wî de nemir bimîne.

Herwiha malbata Têkoşer ji aliyê xwe ve, spasiya dilsoziya partiyê kir.

Wek tê zanîn,di roja Sêşemê,21/10/2025an de, têkoşer Ismet Welî naskirî bi (Bavê Ciwan) di nava amadebûneke berfireh a xelkê de, ku tê de hejmareke mezin ji serkirde û rêxistinên Partiya Yekîtî ya Kurdistî-Sûriye ji navçeyên cuda cuda beşdar bûn, tevî kesayetiyên niştimanî û kesayetiyên eşîrî û civaknasî, li gundê wî Cewheriyê li gundewarê rojavayê Amûdê, li cihê xwe yê dawî hat veşartin.

Cenazeyê wî bi Ala neteweyî ya Kurdistanê hat spartin, di dîmeneke xemgîn de ku rêça wî ya dilsozane ya li ser rêya têkoşîn û rûmetê ye.

Her wiha di dema veşartina wî de, birêz Silêman Oso sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî axavtinek pêşkêş kir û tê de behsa kar û qonaxên tekoşîna wî kir û îşaret bi destpêka partiya wî û berdewamiya wî ya bi berdewamî li ser xeta netewî ya Kurdistanî kir û behsa helwestên wî yên bi rûmet di piştevanîkirina şoreşa sala 1991ê ya li sînorên Iraqê, şoreşa Kurdistanê û derbasbûna erebeya wî bo ser sînorê Kurdistana Iraqê kir.Ev tê Baweriya wî bi yekitiya çarenûsa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê.

Her wiha mamoste Isma’îl Sînan jî bi navê Rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî axavtinek pêşkêş kiribû û tê de çalakiya wî ya girîng a piştî serhildana 2004an li Kurdistana Sûriyê û alîkariya wî ya ji bo piştgirîkirina malbatên girtiyan û alîkariya xizanan bi bîr anî û tekez kir ku hevalên wî yên di partiyê û rêxistinê de heta bigihêjin mafên gelê Kurd dê berdewam bin.

Mamoste Ebdurezaq jî di gotareke xwecihiyê de ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî , behsa niştimanperweriya nemir Ismet Welî kiribû, û balkişand li ser çewsandin û girtina wî ji aliyê dezgehên ewlekariya siyasî yên rêjîma Sûriyê ya têkçûyî ve, tevî ku di salên jiyana xwe ya dawî de azarên saxlemiya wî hebûn, lê ew pabendî pirensîpên xwe ma heta roja dawî ya jiyana xwe.

Ji aliyê xwe ve,birêz Hisên Şehadê jî gotarek bi navê hevalê têkoşerê koçkirî pêşkêşî kiribû û spasiyên xwe pêşkêşî amadebûyan kir ji bo beşdarbûna wan di vê roja xemgîn de û dilsoziya wan bi têkoşerê ku mînaka exlaq, nefsbiçûk, sebir û israra di têkoşînê de bû bilind nirxand û da zanîn ku wî bandoreke baş li ser her kesê nas kir kir.

Di dawiya merasîmê de, kurê têkoşer Firat Welî bi navê malbatê axaftinek balkêş kir û spasiya amadebûyan kir ku li ser zehmetiya rê derketin û bi malbatê re beşdarî xatirxwestina bavê wî bûne û tekez kir ku bavê wî hezkirina welat, xebata partî, dilsozî û pabendbûna bi doza xwe ya Kurdewarî di nav wan de geş kiriye kir.


Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

Nivîsa Paşîn

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne