NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Înê 28/11/2025an de civîna xwe ya mehane lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.Her wiha li ser hazirkirina li darxistina kongirê ENKSê jî hat rawestandin.
Di civînê de li ser pêşhatên dawî yên di warê Sûriyê û Kurdî de hat axaftin. Ji aliyê Sûriyê ve, di civînê de guhertinên siyasî yên bilez li welat çêdibin, û çawaniya pêwendiya “Hikûmeta Demkî ya Sûriyê” bi pêkhateyên Sûriyê re hate gotûbêjkirin.
Di derbarê asta Kurdî de, amadebûyan beşdariya aktîv ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di “Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn” de ku li bajarê Dihokê li zanîngeha Herêma Kurdistanê ya Amerîkî, bi serpereştiya birêz Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate lidarxistin, bilind nirxand.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



