Thursday, December 11, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

BI BEŞDARBÛNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER “ENKS” VE 12EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM HAT VEJANDIN…

November 24, 2025
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

BI BEŞDARBÛNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER “ENKS” VE 12EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN EDNAN RUSTIM HAT VEJANDIN…

 

Îro danê nîvro 24.11.2025an, 12emîn salvegera koçkirina pakrewan Ednan Rustim bi beşdarbûna encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, li goristana gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û malbat û xizmên pakrewan .

Herwiha li ser gora pakrewan Ednan Rustim ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê. Bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar hate kirin .

Herwiha gotinek hat pêşkêşkirin bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê Cîgirê serokê xwecihiyê mamoste Elî Fetah ve.

Ev gotina Mamoste Elî Fetah e.

(Yê ku xwînê bide,ji bo azadiya gelê xwe,divê gelê wî jê re wefedar be di hemû serdeman de.

Her wiha Fetah di derbarê, sedema pakrewanbûna pakrewan Ednan Rustim de got: Di şeva 25.3.2012an de,li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya,dema pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin ji aliyê hêzên rêjîma Sûriya,û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve:.

Her wiha Fetah got: Di wê demê de,xelkên bajarê Dirbêsiyê yên xwediyê rûmetê û baweriya wan bi azadiyê dihatin di  hawar û gazîbûna pakrewan Ciwan Elqutna de çûn û pakrewan Ednan Rustim yek ji wan kesên hawarçûnê bû.

Dii wê demê de,pakrewan Ednan Rustim berî hemiyan gihişte cihê ku pakrewan Ciwan Elqutna hatibû revandin û terorkirin.

Ji ber ku dema Pakrewan Ednan Rustim xwest nasbike sedema revandina pakrewan Ciwan Elqutna û kuştina wî ji bo çi ye ji aliyê yê wî revandibûn,lê mixabin kujerên wî di wê demê de, dixwestin gelacîk pir mezin çêkin di navbera xelkên bajarê Dirbêsiyê û tevgera kurdî ya siyasî de.

Ji ber vê yekê,aliyên ku pakrewan Ciwan Elqutna revandibûn û kuştin,bi qontaxên çekên xwe yên hovane êrîşî pakrewan Ednan Rustim kirin û lêxistin heta ku marmiştiya(marpişt) wî şkenandin û xwîna wî jî pir herikî.

Her wiha ji wê demê de,pakrewan Ednan Rustim Çiqasî xwe îlac kir bê sûd bû û di nav ciya de ma û roj bi roj tenduristiya wî ket kêmayê.

Lê mixabin di 24.11.2013an de,çû ber dilovaniya XWEDÊ.Û li gundê Şah Mensûr yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûriya hat binaxkirin.

Her wiha Fetah bi xwendina wênê Elfatîha li ser giyanê pakrewan Ednan Rustim bi dawî kir:.)

Herwiha Parêzer Ahmed Rustim,bi navê malbata pakrewan Ednan Rustim ,spasiya ENKSê û bi taybet encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê kirin li ser vî karê wanî binirx û wefedariya wan bo hemû pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA (ENKS) PÊŞWAZIYA SEROKÊ “ENKS” KIR.

Nivîsa Paşîn

ŞAM:ŞANDEKE PARTIYA PÊŞVERÛ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.

Nivîsa Paşîn
ŞAM:ŞANDEKE PARTIYA PÊŞVERÛ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.

ŞAM:ŞANDEKE PARTIYA PÊŞVERÛ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER "ENKS" VE KIR.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne