NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA (ENKS) PÊŞWAZIYA SEROKÊ “ENKS” KIR.
Di roja Yekşemê 23.11.2025an de, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Mamoste Mihemed Ismaîl û endamê desteya serokatiyê Mamoste Nihmet Dawid kir.
Her wiha şande li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê ji aliyê serok û hin endamên nûneratiyê ve, hatin pêşwazîkirin
Di hevdîtinê de girîngtirîn rûdanên siyasî yên li ser meydana Sûriyê bi giştî û qada Kurdî bi taybetî û hevdîtina wan a vê dawiyê ya ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî beşdarbûna wan di Foruma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn “MEPS 2025” li bajarê Dihokê hat gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



