ŞAM:ŞANDEKE PARTIYA PÊŞVERÛ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.
Şandeke Partiya Pêşverû serdana ofîsa xwecihiya Şamê ya bi ser ENKSê ve kir
Di çarçoveya hewldana xurtkirina yekîtiya niştimanî û bihêzkirina hevkariya di navbera partiyên Kurdî li Sûriyê de, nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir.
Şanda serdanê ji: Mamoste Mîdas Azîzî – Enes Ebdî, endamên Mekteba Siyasî û Mamoste Elî Yûsif û Emîn Amûtî pêk dihat.
Şande ji aliyê Mamoste Mehabad Tezyani, Luqman Oso, û hejmarek ji endamên encumena xwecihî li Şamê hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de pêşhatên rewşa giştî li Sûriyê hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser giringiya aktîvkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê, û bihêzkirina karekî hevbeş ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelê kurd û garantîkirina mafên wî yên niştimanî di çarçoveya Sûriyeke demokratîk, piralî û ne navendî de.
Her wiha li ser girîngiya encamên konferansê, yekitiya rêzê û helwesta kurdan û piştgiriya ji bo rola şandeya hevpar a ku jê derdiket hat balkişandin.
Ev hevdîtin berdewamiya peywendiyên dostane û biratî yên di navbera her du aliyan de ye û ji bo yekxistina nêrînan û yekxistina hewlan di vê qonaxa giring de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah



