NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 23.11.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Li ser asta siyasî, gotûbêj li ser geşedanên giştî û rûdanên Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî li ser asta herêmî,navxweyî û navdewletî hat gotûbêjkirin.
Girîngiyeke taybet bi beşdarbûna heyeta serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di “Foruma Ewlekarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn” de hat dayîn, ku li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê ya Herêma Kurdistanê, di bin pêşengiya Serok Mesrûr Barzanî de, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, tevî gelek kesayetiyên leşkerî, siyasî û akademîk pêk hat.
Herwiha hat diyarkirin ku serkirdeyên Kurd li ser sînorê konferansê zincîreke hevdîtin û civînan li dar xistine, ku li ser xurtkirina yekîtî û hevgirtina Kurd û misogerkirina berdewambûna wê bû.

Ragihandin: ENKSê
Raport:Elî Fetah.



