ŞAM: ŞANDEKE RÊXISTINA AŞÛRÎ YA DEMOKRATÎK SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER “ENKS” VE KIR.
Şandeke Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk 20-11-2025an de,serdana ofîsa xwecihiya Şamê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê kir .
Şandeya mêvan ji berpirsê rêxistinê birêz Gabriêl Moşê, endamê emîndariya Giştî Rîmon Yoxina, endamê ofîsa ragihandinê Husam Elqes û endamê ofîsa têkiliyan Senehrîb Heno pêk dihat.
Her wiha şande, ji aliyê birêz Mahabad Tizyanî, berpirsê ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê, hatin pêşwazîkirin.
Her du alî behsa rewşa siyasî li ser asta niştimanî kirin û tekez li ser berdewamiya hemahengiya di hemû astan de kirin. Têkiliya hevbendiyê ya dîrokî di navbera Rêxistina Aşûrî-Asûrî û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, û giringiya bihêzkirina wê ji bo berjewendiya gelên Suryanî-Asûrî û Kurd tekez kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



