NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA (ENKS) PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PARTIYA DEMOKRATÎ KURDÎ LI SÛRIYA (PARTÎ) KIR.
Di roja Duşemê 17.11.2025,an de, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Partiya Demokratî Kurdî li Sûriya (Partî) bi serokatiya sekreterê partiyê birêz Ehmed Sîno û xanim Sakîna Hesen endama ofîsa siyasî ya partiyê kir.
Her wiha Şande li baregeha nûneratiyê ya li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî bi awayekî berfireh hate gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


