AMÛDÊ: 65YEMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SÎNEMAYÊ VEJANDIN.
Di êvara roja pêncşemê. 13/11/2025an de, encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve 65yemîn salvegera Pakrewanên şewata sînema Şehrezad li Amûdê bi bîr anîn, ku têde 283 xwendekarên Kurd jiyana xwe ji dest dan. ji baştirîn herêmê.
Beşdaran ber bi Parka Sînema Amûdê ve ketin rê.Û li ser bîranîna şehîdên agirê Sînemaya Amûdê destegul hat danîn û mûm ji bo giyanê pakê wan hatin pêxistin û wênê Elfatîha hat xwendin.
Ev helkefta bi êş û xemgîn bi amadebûna encûmena xwecihî û desteya serokatiya ENKSê û endamên partiyên ENKSê û kesayetiyên siyasî ji xelkê bajar û gundewarê Amûdê li baxçeya Sînema Amûdê, hat vejandin.
Di destpêk de,amadebûn bi navê Xwecihiyê bixêrhatin kirin û her kes ji bo giyanê pakê Pakrewanên şewata sînemaya Amûdê û şehîdên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de,Barzaniyê Nemir xulikek bêdeng rêz girtin.
Gotina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê endamê serokatiya Encûmena Niştimanî birêz Nihmet Dawid ve hat pêşkêşkirin.
Agahiyên şewata Sînemaya Amûdê ji aliyê birêz Hacî Mihemed Slîvî ve bi awayekî zelalmendî hatin şirovekirin.
Her wiha gelek helbest ji aliyê helbestvan Xelîl Alûcî û Mişel Osman ve hatin xwendin.
Wek tê zanîn 65 sal li ser şewitandina sînameya bajarokê Amûdê yê Kurdistana Sûrî re derbas dibe.
Beriya 65 salan di 13 Mijdara 1960 de 283 zarokên kurd ku çûbûn sînemaya Amûdê, di nav pêtên agir de canê xwe ji dest dan.
Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû.
Ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê fîlmeka xofê bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, 500 zarokên kurd lê kom kiribûn.
Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derdikeve. Lê ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venakin, 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de can didin.
Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneka lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.
Heta şoreşa sala 2011an jî rejîma Sûriyê bi ti awayî destûr neda ku ji bo bîranîna komkujiyê çalakî bên lidarxistin.
Komkujiya li Sînemaya Amûdê, di dema avakirina Komara Yekgirtina Erebî ya di navbera Sûriyê û Misrê de pêk hat.
Di vê demê de li dijî pêkhateyên din û kurdan neyartiyeke mezin dihat kirin.
Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan, 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk hatibûn girtin û ji ber vê yekê tê gotin ku komkujiya Amûdê bi armanca çavtirsandinê hatiye kirin.
Mihemedê Se’îd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de hat xwarê û canê xwe ji dest da.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah…


