HESEKÊ: ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN HAT VEJANDIN.
Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê li ofîsa Partiya Demokratî Kurdistanî li Hesekê roja cîhanî Ya zarokan vejandin..
Di roja Pêncşemê,20/11/2025 an de, şaxê Hesekê yê Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriyê, bi amadebûna zarok û malbatên wan li ofîsa Partiya Demokratî Kurdistanî – Sûriyê, roja cîhanî ya zarokan vejandin.
Helkeft bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û ruhê ruhanî yê gelê Kurd Barzaniyê nemir dest pê kir.
Di helkeftê de gelek çalakî hatin lidarxistin, ji wan xwendina helbestê ji aliyê zaroka Lana Ehmed ve bi helbesteke helbestvan Omran Munteş.
Herwiha du stranên ku zarokên bi navê Rodî Jankîr û Mîra Mele Alî di nav de cîh digirin û lîstikek ku li ser êş û xeyalên rojane yên zarokan hatiye çêkirin.
Her wiha Koma Med jî çend stran pêşkêş kirin ku atmosfereke taybet li şahiyê zêde kirin. Helkeft bi pêşbirkan û belavkirina diyariyan li ser zarokên beşdar, di atmosfereke tijî şahî û ken de bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



