Thursday, November 13, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

65 EMÎN SALVEGERA ŞEWATA SÎNEMAYA AMÛDÊ YE.

November 13, 2025
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

65 EMÎN SALVEGERA ŞEWATA SÎNEMAYA AMÛDÊ YE.

65 sal bi ser şewitandina sînameya bajarokê Amûdê yê Kurdistana Sûrî re derbas dibe.

Beriya 65 salan di 13 Mijdara 1960 î de 283 zarokên kurd ku çûbûn sînemaya Amûdê, di nav pêtên agir de canê xwe ji dest dan.

Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû.

Ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê fîlmeka xofê bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, 500 zarokên kurd lê kom kiribûn.

Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derdikeve. Lê ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venakin, 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de can didin.

Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneka lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.

Heta şerê navxweyî yê sala 2011 jî rejîma Sûriyê bi ti awayî destûr neda ku ji bo bîranîna komkujiyê çalakî bên lidarxistin.

Komkujiya li Sînemaya Amûdê, di dema avakirina Komara Yekgirtina Erebî ya di navbera Sûriyê û Misrê de pêk hat.

Di vê demê de li dijî pêkhateyên din û kurdan neyartiyeke mezin dihat kirin.

Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan, 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk hatibûn girtin û ji ver vê yekê tê gotin ku komkujiya Amûdê bi armanca çavtirsandinê hatiye kirin.

Mihemedê Se’îd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de hat xwarê û canê xwe ji dest da.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..

 

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞANDEKE “ENKS” SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne