ŞANDEKE “ENKS” SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR.
Serokê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê birêz Neşet Zaza, ligel birêz Mehmûd Hac Elî û şandek ji xwecihiya Serê Kaniyê, serdana ofîsa xwecihiya Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir, di çarçoveya danûstandin û hevahengiya hevbeş di navbera ofîsên encumenê de.
Di hevdîtinê de, gotûbêjeke berfireh li ser dawîn pêşhatên siyasî li Sûriyê û rastiya niha ya ku gelê Kurd tê jiyîn li gorî pêşhatên bilez ên li herêmê, hat kirin.
Herwiha tekezî li ser giringiya yekrêziya helwesta Kurdî û bihêzkirina karê hevbeş di navbera encûmenên xwecihî yên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hate kirin.
Di civînê de amadebûyan serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (Partî) di hilbijartinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê de bilind nirxand.
Di dawiya serdanê de amadebûyan pêzanînên xwe ji ofîsa xwecihiya Amûdê re ji bo pêşwazîkirin û organîzekirina wê ya baş nîşan dan û tekezî li ser berdewamiya hemahengî û ragihandinê ji bo berjewendiya doza kurdî li Sûriyê kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


