QAMIŞLO: SIYASETMEDARÊ KURD YÊ NAVDAR BIRÊZ OSMAN BAYDEMIR SERDANA BARGEHA “ENKS” KIR.
Serdaneke girîng ku yekitiya Kurdan xurt dike,birêz Osman Baydemir li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Qamişlo..
Îro pêncşemê 6.11.2025, navenda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdaneke girîng ji aliyê siyasetmedarê navdarê kurd birêz Osman Baydemir ve hat kirin û ji aliyê endamên serokatiya Encumenê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya ku gelê Kurd di her du aliyan de li Kurdistana Sûriyê û li Kurdistana Tirkiyê tê re derbas dibe hate nirxandin û tekez li ser bihêzkirina yekrêziya rêzên Kurdî û rûbirûbûna kêşeyên heyî hate kirin.
Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya pabendbûna bi encamên konfiransê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî kirin, ku armanca wê yekkirina helwesta Kurdî û nêzîkkirina nêrînan di navbera hêzên siyasî yên cuda yên Kurdistana Sûriyê de ye.
Her wiha di wê hevdîtinê de behsa rêyên pêşxistina peywendiyên di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de û karkirina ji bo rakirina astengiyên ku rê li ber bidestveanîna vê armanca hevbeş dikin, hate kirin.
Di dawiya serdanê de, birêz Osman Baydemir spasiya xwe ya germ ji bo pêşwazîkirin û mîhvandariya germ kir û tekezî li ser berdewamiya peywendiyan û danûstandina serdan di navbera aliyên Kurdistanî de kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Encûmenê pêzanînên xwe ji bo vê serdana biratî nîşan da û pesnê ruhê hevkariyê da ku aliyên cuda yên Kurdistanî li hev kom dike.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah


