Hewlêr… PDK-Sê, semînarek li ser zimanê Kurdî hat li darxistin.
Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya , roja sêşemê 4ê mijdara 2025an, semînarek li ser Zimanê Kurdî bi navnîşaeya” Dema Zimanê Dayîkê Kurdî be” li nivîsgeha rêxistinê ya PDK-Sê, li Hewlêrê birêveçû.
Ev yek bi amadebûna endam û alîgirên PDK-Sê, herwiha kesayetên rewşenbîr û nivîskar.
Semînar ji aliyê Lêkoler di warê zimanê Kurdî de M, Xalid Cemîl Mihemed, ku bi awayekî berfireh derbarî rola ziman û giringiya guhdana bi zimanê dayîkê nexasim di vê qonaxa hestyar de.
Hêjaya were gotin ku Ziman bi giştî ew nîşana ji hev naskirina miletaye, û xwedan dîrokeke bingehîn û zêrîn e di hebûn û serfiraziya gel de ,ji ber pêşxistin û axifîna bi ziman dayîkê û yê zikmakî karekî pêwîst û pîroza di nasnameya netewayan de …
Yek ji wan zimanan zimanê kurdî ye , ku yek ji zimanên dewlemend e ji gelê kurd re li her çar parçeyên kurdistanê, û her yek ji wan zimanên ku bi dilsozî hatiye parastin bi sedema hebûna milet û mêrxasiya kesên zana û xwendevanê kurd û kar û xebata we ya dûv û dirêj di danîna rêzmana kurdî de ..
Weku em dibînin îro ser qada kurdî hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd di berhemên nivîsên xwe de cihekî taybet dana giringiya axiftina û nivîsandina bi zimanê kurdî .

Ragihandina ENKSê
Qamişlo



