ŞAM:NIHMET DAWID SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR..
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Xwecihia Şamê) roja Înê 26ê Gulana 2025an de, li qada bavê Hemo ya li taxa Zorava ya Şamê, semînerek siyasî û cemawerî li ser nûtirîn nûçeyên li ser qadên navdewletî, Sûrî û Kurdî piştî rûxandina rêjîma Esed ya faşist li dar xist.
Semîner ji aliyê endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, mamoste. Nihmet Dawid bi rê ve çû.
Semîner bixêrhatinê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî û li pêşîya wan Barzaniyê nemir ji aliyê mamoste.Ahmed Haco dest pê kir
Piştre mamoste. Mehabad bavê Azad, berpirsê ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê, behsa rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Şamê û her wiha hevdîtinên bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re li paytextê kir.
Piştre mamoste. Nihmet dest bi axaftina xwe kir li ser nûtirîn nûçeyên siyasî yên li ser qada navdewletî,Herêmî, Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî kir.
Her wiha Dawid,bizelalî , behsa destpêka avakirina encûmenê di bin parastin û piştgiriya Serok Mesûd Barzanî de, û behsa qonaxên ku encûmenê derbas kiriye, û behsa konferansa Qemişlo ku di yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û avakirina şandeyeke Kurd a yekgirtî de cih girt kir.
Her wiha behsa destpêşxeriya serokê desthilata demikî Ehmed Şerih ,vexwendina ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir ku hevdîtinekê pêk bîne.
Di semînarê de, gelek pirs hatin pirsîn û bersiv hatin dayîn ji aliyê mamoste Nihmet Dawid ve.
 
 
 
Ragihandina ENKSê
Raport :Elî Fetah



			
			
    