HEVDÎTINEK DI NAVBERA NÛNERATIYA EWROPA YA “ENKS” Û PARTIYA KESK YA ALMANÎ DE HAT LIDARXISTIN.
Li ser vexwendina Partiya kesk a Almanyayê, şandeyek ji nûnertiya Ewropayê ya ENKSê serdana fermî kir û bi serokê Partiya kesk Katrîn Diroka û berbijarê Partiya kesk ji bo şaredariya bajarê Koln Bêrîvan Eymaz re hevdîtin pêk anî.
Şande ji Ebdulkerîm Hacî serokê nûnertiyê, Mihemed Emîn Omer endamê ofîsa serokatiyê, û Xanim Şehnaz Hamid endamê ofîsa peywendiyan pêk dihat.
Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin wek.
– Bang li civaka kurd a bajarê Kolnê û herêmên derdorê kir ku bi girseyî biçin sindoqên hilbijartinê û piştgiriya namzetê partiyê, Xanim Bêrîvan bikin.
– Piştgiriya doza kurd li Sûriyê di vê qonaxa hesas de ku welat tê de derbas dibe, û pêwîstiya berdewamkirina piştgiriya siyasî û mirovahî.
– Peymana hevdîtinên berdewam û xurtkirina kanalên ragihandinê û hevkariyê di xizmeta dozanên hevbeş de.
Şandeya nûnertiya Ewropayê ya ENKSê tekez dike ku ev hevdîtin di çarçoveya xurtkirina hebûna Kurdan li qada Ewropayê de ye, û piştgiriya têkiliyên bi hêzên siyasî yên Almanyayê re ye, bi vî awayî dibe sedema veguhestina dengê civakê û pirsgirêkên wê yên rewa ji bo forumên demokratîk.
Nûnertiya Ewropayê bang li civaka Kurd kir ku piştgiriya xwe ji bo namzetên Kurd yên hilbijartinên herêmî û federalî bikin.
 
 
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah



			
			
    