Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Pêncşemê 4/9/2025an de,li bajarê Qamişlo li darxist.
Herwiha bi amadebûna endamê desteya serokatiya ENKSê mamoste Silêman Oso û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.
Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) xulekek rêz hate girtin.
Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.
Rewşa rêxistinî ya Encûmenên xwecihî yên li gerîngeha rojava hate nirxandin, ku li ser mekanîzmaya xebata her Encûmenekê hate nirxandin, performansa di dema borî de hate nirxandin, her wiha behsa astengiyên û rêbazên pêşvebirina xebata saziyan hate kirin.
Rewşa siyasî: Mamoste Silêman Oso behsa rewşa dawî ya li Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî kir û bal kişandin ser girîngiya kordînasyon û yekgirtinê di rûbirûbûna astengiyên siyasî yên heyî de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah