Kampa Kewregoskê ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke fêrkirina dirûtinê ji bo jinan bi dawî hat .
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Kewregoskê ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke fêrkirina dirûtinê ji bo jinan vekir.
Ku BCF bi hemahingiya PDK_Sê, roja 18/8/2025an, li centera Dr, Nûredîna Zaza li kampa Kewregoskê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve xulek ji bo jinan vekirbû.
Û îro roja çarşemê 3ê Êlûna 2025an, ev xule bi dawî hat û û diyarî û bawernama li ser beşdaran hat belavkirin.
Û Dezgehê serbar kir ku ev xule 20 rojan berdewam kir û di vê xuleyê de 20 jin ji kampê beşdarbûn.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo