Serokê Amerîka Donald Tiramp roja Pêncşemê got ku serokên Rûsya Viladîmêr Potin û Ukranya Volodîmêr Zîlîniskî “ne amade ne”, ku ev jî nîşanî zextên bo danûstandinên aştiyê di navbera her du welatan de ye.
Di hevpeyvînekê de ligel kanala CBS, Serokê Amerîka Donalid Tiramp, di roja Pêncşemê, 4ê Îlona 2025an de, piştrast kir: Ez bawer dikim ku em ê bikaribin her tiştî di warê şerê Ukranya de rast bikin”.
Tiramp dîyar kir ku ew bi baldarî li Potin û Zîlîniskî dinêrin ku ew çawa danûstandinan dimeşînin û ewê zextê bidomînin ku peymana aştiyê di navbera Rûsya û Ukranya de pêk were.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah