Monday, September 1, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Karkirina zarokan û bandora li ser pêşeroja wan.

September 1, 2025
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Karkirina zarokan û bandora li ser pêşeroja wan.

 

Di destpêka şerê Sûriyê sala 2011an, para herî mezin û encamên bandora wê li ser pêşeroja zarokan hate kirin , ku îro li seranserî Sûriyê bi giştî beşekî mezin ji zarokan dûrî xwendinê ketina û derbasî nava bazara kar bûne û di bin karên giran de dixabitin, di demekê de ku dibe ew di dibistanê de xewn û hêviyên xwe pêk bînin û mafê zaroktiyê wergirin û jiyaneke aramî bijîn.
* Pêşeroja zarokan li Kurdistana Sûriyê de gihiştiya çi qonaxî….

Ku tevlîbûna zarokan ji bo kar bûye diyardeyeke berbiçev li Rojavayê Kurdistanê ji sedema rewşa zehmet û qeyrana aborî û herwiha rêjeyek ji wan jî malbatên koçberên ku piştî êrîşkirina komên çekdar ser navçeyên wan û binpêkirin û kiriyarên derheqê wan de hate kirin, talan, wêrankirin û destdanîna ser mal û milkên welatiyan weku Serê Kaniyê, Efrîn, Kobanê, koçberî herêmên din yên Kurdistana Sûriyê bûne, û neçarin Zarokên xwe tevlî karan bikin ji bo debara jiyana xwe bikin, û weku tê diyarkirin û dîtin ku beşek ji zarokan karên ne li gorî temenê xwe yên biçûk dikin, êdî ew karê Pêşesaziyê de, Berberî , Firotina kelûpelan di nav kolanan de dixebitin… ku di heman demê de dihêle zarok rûbirûyî kêşeyên dijwar û zirar û bandoreke neyînî li ser tendirûstiya derûnî û laşî û geşpêdana wan were kirin .

zarok cihê we dibistana û nifşê pêşerojê ne, divê mafê wan yê zaroktiyê were dayîn û parastin.

*Bi vekirina deriyên dibistanan re malbatên hejar zehmetkêşiyan dibînin di dabînkirina pêdeviyên xwendinê.

Û ji aliyekî din ve derbarî mijara xwendinê de li Kurdistana Sûriyê ku her rewş aloztir dibe, ku malbatên hejar nikarin pêdeviyên gerek yên taybet bi dibistanê ji zarokên xwe re peydabikin, ku bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re, nirxê pêwîstiyên xwendinê li Sûriyê bilind dibe.

Û di vê çarçoveyê de bi nêzîkbûna destpêkirina sala xwendinê ya nû Li seranserî Sûriyê, êdî nirxê kelûpelên dibistanê rastî zêdebûnek berçav hat, di demekê de ku pêwîstiya şagirtan bi kirîna hemû pêdeviyên dibistanê heye weku Pirtûk, Çente, û Cilûberg, bi vî awayî gelek welatî xwedan rewşeke aborî hejarin rastî zehmetkêşiyan tên di dabînkirina xwestekên dibistanê.

Û hêjaya were gotin ku li gorî raporta salane ya wezareta Perwerde ya Sûriyê û xişta sala 2025-2026 an, hatî destnîşankirin, ku dibistan li seranserî Sûriyê ji pola 1 ê ta 12an, dest bi sala nû ya xwendinê bikin di meha 9 an de , ku dibistan bi rengekî fermî vebin, û êdî şagirt amadepaşiyên xwe dikin him ji bo derbasbûna qonaxeke nû ji xwendinê û him ji bo dîtina heval û mamosteyên xwe.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

BRÎTANYA PIŞTGIRIYA XWE JIBO XEBATÊN BERPIRSIYARÎ Û DADWERIYA DEMKÎ LI SÛRIYÊ NÛ DIKE

Nivîsa Paşîn

Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..

Nivîsa Paşîn
Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..

Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne