BRÎTANYA PIŞTGIRIYA XWE JIBO XEBATÊN BERPIRSIYARÎ Û DADWERIYA DEMKÎ LI SÛRIYÊ NÛ DIKE
Brîtanya piştgiriya xwe ji bo hewldanên berpirsiyarî û dadweriya demkî li Sûrîyê, bi boneya roja cîhanî ya kesên winda kirî, nû kir.
Şandera Taybet a Brîtanyayê bo Sûriyê An Sino di zincîreka twîtên xwe yên li ser platforma X de got: “Rêya rastiyê û berpirsyariyê hîn dirêj e bo hejmareke mezin ji Sûriyan, û roja cîhanî ya kesên windabûyî derfetek e jibo bîranîna kesên windabûyî û hezkirîyên wan û rêzgirtina jibo hemî kesên ku jibo pêşerojeke dadperwer û hêvî dikin”.
Sno bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi rojnamevana Sûrî Xelûd Hilmî re ku behsa êşên malbatên Sûrî yên di dosyaya kesên winda de kir û got: “Salek derbas bû ku ez rûnişt û bi Helmi re axifîm, û ji wê demê ve gelek tişt guherîn, ji ber ku rejîma Esed ket û di dawiyê de gelek malbat hatin cem hev
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah