Qurbaniyên teqîna mayînên şer Li Sûriyê ..
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha tebaxê de , di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 32 sivîl ji wan 16 zarok û 4 jin jiyana xwe ji dest dan, û 55 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 16 zarok û 4 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 26 sivîl di nav wan de 11 zarok û jinek hatin kuştin û 52 sivîl ji wan 14 zarok û 4 jin birîndarbûn.
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 2 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 1 kesek birîndar bû .
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 3 zarok hatin kuştin û 2 zarokê din jî birîndarbûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo