TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PARTIYA YEKÎTIYA ERMENÎSTANÊ KIR.
Şandeyek ji Partîya Yekîtîya Ermenîstanê serdana navenda Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya kir.
Di 27ê.Tebaxa,2025an de, şanda Partiya Yekîtiya Ermenîstanê bi serokatiya Mamosta. Kohan Xeja . Doriyan endamê polîtburoya partiyê û mamoste. Hena Sewmê û Ravî Îbrahîmyan. Endamên Ofîsa Têkiliyan,serdana Ofîsa Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya li bajarê Qamişlo kir.
Her wiha şande ji aliyê Hevrêzê giştî .Mamoste Fêsel Yûsif û çend endamên tevgerê hatin pêşwazîkirin.
Rewşa giştî ya siyasî û nêrîna herdu aliyan ji bo Sûriyeya pêşerojê hate nirxandin, bi tekeziya li ser bê navendîbûnê wek çareseriya Sûriyeya pêşerojê û mafên pêkhateyên Sûriyeyê bi giştî hate kirin.
Her wiha her du aliyan bal kişand ser girîngiya têkiliyên dualî û pêwîstiya xurtkirina wan ji ber rola wan di xizmeta pirsgirêkên neteweyî û niştimanî û biratiya kurd ermenî de.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah