NÛNERTIYA EWROPAYÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LIDARXIST.
Nûnertiya Ewropayê semînerek siyasî li ser rewşa heyî lidarxist.
Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê semînerek siyasî di roja Yekşemê 24ê Tebaxê 2025an de, lidarxist.
Her wiha bibeşdarbûna rewşenbîran, çalakvanên civakî, rêxistinên civaka sivîl û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Ewropayê, di çarçoveya çalakiyên xwe de ku ji bo pêşxistina diyaloga siyasî û aktîfkirina rola civaka Kurd di qada Ewropayê de
Serokê Nûnertiya Ewrûpayê birêz Ebdulkerîm Hacî bi axaftina pêşwazî ya nûnerê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd Mamoste. Fêsel Yûsif ve destpê kir û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina lidarxistina van çalakiyan wek platformên diyalog û têkiliyê û tekez li ser pêwîstî bi hevgirtina hewldan û xebata hevbeş ji bo xizmeta pirsgirêkên niştimanî û neteweyî kir.
Piştre mamoste. Fêsel Yûsif, endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd û endamê şandeya Kurd ku ji konferansa Qamîşlo derketibû, gotarek pêşkêş kir ku tê de pêşketinên siyasî yên herî berbiçav li ser herdu qadên Sûrî û Kurdî hatin gotûbêjkirin. Wî rola Encûmena Niştimanî ya Kurd di pêvajoya siyasî ya Sûrî de diyar kir û bal kişand ser girîngiya şandeya Kurd ku ji konferansa Qamişlo derketiye di yekgirtina nêrîn û axaftina siyasî de ku hêviyên gelê Kurd nîşan dide.
Her wiha di axaftina xwe de, behsa mijarên herî girîng ên ku li hemberî tevgera siyasî ya kurdî rû bi rû ne, çi li hundirê Sûriyê û çi jî di forumên navneteweyî de kir û tekez kir ku yekitiya rêzê û girêdana bi axaftineke rastîn û hevseng, ji bo pêkanîna mafên neteweyî yên rewa di çareseriya siyasî ya tê xwestin de têkoşîna bingehîn e.
Di semînerê de nîqaş û têkeliyên beşdaran pêk hatin, ku beşdaran hejmarek pirs û pêşniyarên têkildarî rola Encûmena Niştimanî ya Kurd û rêyên piştgiriya hewldanên ji bo peydakirina helwesta yekgirtî ya Kurd li ser asta neteweyî û navdewletî dan.
Di dawiya semînerê de, hat tekezkirin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd dê ji bo xizmeta doza gelê Kurd, û ji bo pêkanîna armancên xwe yên rewa bi rêya xebata hevbeş û diyalogên avaker, berdewam be.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah