DU CIWANÊN KURD LI SER RÊYA HESEKÊ KUŞTÎ HATIN DÎTIN.
Di êvara roja Yekşemê,24/8/2025an de,du ciwanên Kurd termên wan li ser rêya Hesekê hatibûn dîtin û bi fîşekan bi awayekî hovane hatibûn kuştin ji aliyê kesnî nenas.
Her wiha navê wan,
1-Adil Menîs Emînakê bavê sê zarokan e, ji gundê Çolbesan yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.
2-Lewend Hemîd Hac Mûsa bavê zarokekê ye,ji gundê Mişêrfa Helîmo yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.
Li gorî şopandina nûçegehanê me û jêderên taybet,ji xizmên herdu ciwanên kuştî.
Herdu ciwan bûye çend sal di karê kolana Xindeqan de,yê bi ser rêveberiya Xweser ve,kar dikirin û gelek piroje bikar anîn û hin piroje hîn jî di nav destên wan de bûn bidawî nekiribûn.
Li gorî jêderan,di roja şemiyê danê sibeha 23/8/2020an de,berên xwe didin bajarê Til Temir û piştre diçin bajarê Hesekê.
Her wiha li gorî agahiya ciwanê bi navê Adil Menîs Emînakê,katijmêr 1:47 deqe nîvro li ser riya watisabê deng ji birayê xwe re yê mezin dişîne û dibêje va ezê nan bînim û ezê bêm malê.
Lê mixabin pîştî wî dengî agahî ji wan her du ciwanan qutdibe heta roja din êvarî termên wan li ser rêya Hesekê û Ebyet ya bûşûrî Hesekê dikeve kuştî tên dîtin.
Û roja Duşemê her yek ji wan li gundê xwe bi beşdarbûna xelkên deverê bi xemgînî bi axê hatin sipartin û kuştina wan bi rengê hovane ji aliyê hemû xelkên deverê hate şermezarkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah