NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 24.8.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Û bixêr hatina birêz Mihemed Baqî bû nûnerê PDKSê,bû endamê xwecihiya Serê Kaniyê.
Li ser hemû bûyer û pêşketinên siyasî li ser hemû astên herêmî, navneteweyî û navxweyî.
Her wiha bidirêjahî li ser bûyerên dawî yên li başûrê Sûriyê û bandora wan ya li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî sekinîn.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.