XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ LI SER SERDANÊN CIVAKÎ BERDEWAM E .
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Şemiyê 23.8.2025an de,bi serokatiya serokê xwecihiyê,Mihemed Nasir,serdana Klinîka Dr.Bilind Sîno kirin û pîrozbahiya wî kirin bi boneya vekirina Klinîka wî li bajarê Dirbêsiyê.
Her wiha di serdanê de,serokê xwecihiyê Mihemed Nasir,bi navê xwecihiya Dirbêsiyê pîrozbahiya Dr.Bilind Sîno kir û serkeftin jê re xwest.
Her wiha xwecihî ji aliyê Dr.Bilind Sîno û malbata wî ve,bi germî hatin pêşwazîkirin.Û kêfxweşiya xwe li ser serdana xwecihiyê diyar kirin.
Piştre xwecihiyê,berê xwe da mala nivîskar û helbestvanê kurd yê navdar Mahîn Şêxanî li bajarê Dirbêsiyê ji bo rewşa wî ya tenduristî.
Her wiha xwecihî bi germahî hat pêşwazîkirin ji aliyê mamoste Mahîn Şêxanî û kêfxweşiya xwe bi zelalî li ser serdana xwecihiyê diyar kir.
Wek tê zanîn xwecihiya Dirbêsiyê berdewam e,li ser hemû serdanên civakî (Xemgînî,kêfxweşî û pîrozbahî……)
li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê..
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah