NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA XWECIHIYA ŞAMÊ YA BI SER ENKSÊ VE.
Encûmena xwecihî ya Şamê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya vê heyva Tîrmehê lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Di vê civînê de rola Encûmenê hate aktîvkirin, ofîsên wê hatin avakirin û mekanîzmaya pêşxistina performansa wê jî hate gotûbêjkirin.
Ji hêla siyasî ve, behsa rewşa giştî ya Sûriyê û rola gelê Kurd di dîtina şêweyên pêşeroja dewleta Sûriyê de hate kirin, da ku mafên neteweyî yên gelê Kurd di bin guhertinên berfireh ên ku welat derbas dibe de misoger bike.
Encûmenê bawer dikir ku gelê Kurd ê resen li ser axa xwe hevkarekî bingehîn e di avakirina Sûriyeke demokratîk a piralîter û ne navendî de.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah