NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA ASAYÎ.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Înyê 25.7.2025an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.Û beşdarbûna hemû çalakiyan bibin.
Li ser hemû bûyer û pêşketinên siyasî li ser hemû astên herêmî, navneteweyî û herêmî, Li ser bûyerên ku li parêzgeha Suweyda diqewimin û encamên wan bûyerên êşkenceyî yên li ser rewşa Sûriyê û herêma bi giştî û rewşa Kurdan bi taybetî, bi dirêjî hate sekinandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.